Wezîrê Karên Hundir: Di 2 salan de 245 hezar Sûrîyeyî vegerîyan welatê xwe
Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir destnîşan kir di naveyna 2 salan de tevde 245 hezar û 300 Sûrîyeyî vegerîyan welatê xwe.
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu li Yayladagiya Hatayê navenda ku Sûrîyeyî lê bicihûwar bûne ziyaret kir. Soylu li wê derê derbarê Sûrîyeyîyên ku vegerîyan welatê xwe de daxuyanî da û destnîşan kir di naveyna 2 salan de tevde 245 hezar û 300 Sûrîyeyî vegerîyan welatê xwe.(ÎLKHA)