Îranê êrîşî kampa PDK-Î kir: 14 mirî 42 birîndar(Hat Nûkirin)
Hat ragihandin hêzên Îranê êrîş birin li ser kampa PDK-Î ya li Hewlêrê, di encama êrîşa ku hat kirin de14 kes mirin û 42 kes jî birîndar bûn.
Îranê bi topan êrîş bir li ser kampên Partîya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê û Hîzba Demokrat a Kurdistanê yên li Koyeya Hewlêrê. Di encama êrîşa ku hat kirin de 14 kesên ji PDK-Îyê mirin û Mustafa Mevludê rayedarê payebilind jî di nav de tev de 42 kes birîndar bûn.
PDK-Îyê ku muxalifê Îranê ye ji salan 1996an vir ve li Hewlêrê di kampan de fealîyetên xwe birêve dibe. Tê diyarkirin ji wê rojê vir ve ev êrîşa ewil a herî mezin e ku li dijî PDK-Îyê hatiye kirin.(ÎLKHA)