• DOLAR 32.568
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2445.144
  • ...
Li Iraqê bo hikûmet bê avakirin koalîsyon tê avakirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî hilbijartinên ku di 12ê Gûlanê de li Iraqê hatin kirin re xebatên avakirinê hikûmetê bênavber berdewam dikin. Di bergaha avakirina hikûmetê de tevde ji 16 partîya 177 parlementer beşdarî koalîsyonê bûn.

Di koalîsyona ku hat damezrandin de Erebên Şîî û Sûnnî, Tirkmen, Êzîdî, Xiristîyan cî girtin. Hat îfadekirin  ew ê hinek partîyên din dû re beşdarî koalîsyonê bibin.

Nûrî el-Malîkîyê serokwezîrê berê piştî koalîsyona ku hat avakirin re daxuyanîyek da. Malîkî di daxuyanîya ku da de wiha got: "Piştî gotûbêjên dûvdirêj me koalîsyoneke berfireh û mezin damezrand. Ew ê ev koalîsyon dê hikûmetê ava bike."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir