• DOLAR 32.517
  • EURO 34.99
  • ALTIN 2435.04
  • ...
Li Îtalya pir hilweşîya: Herî kêm 11 kes mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat diyarkirin li Cenovaya bajêra Îtalya pir şahrê hilweşîya. Di encama hilweşîna pirê de herî kêm 11 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin pir di sala 1968an de hatiye çêkirin û ji ber barana zêde ya ku îro barîyaye hilweşîyaye. Tê diyarkirin gelek wesayît di bin enqaza pirê de mane. Kesên ku birîndar bûne hatin rakirin nexweşxanê.

Wezîrê Veguhestinê yê Îtalya Danîlo Tonînellî di daxuyanîya ku derbarê mijarê de li ser twîtterê belav kir de destnîşan kir "Ez bi mitaleyeke mezin wan tiştên ku diqewimin temaşa dikim. Wisa xuya dike Genoe trajedîyeke mezin dijî."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir