Wezîr Donmez: Ew ê ticareta me ya bi Îranê re berdewam bike
Wezîrê Çavkanîyên Sirûştî û Enerjîyê Donmez di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew ê ticaretan wan ên bi Îranê re berdewam bike.
Fatîh Donmezê Wezîrê Çavkanîyên Sirûştî û Enerjîyê derbarê mueyîdeyên ku ji teref Amerîka ve li hember Îranê tên sepandin de daxuyanî da û nirxandinan kir. Wezîr Donmez derbarê mijarê de diyar kir "Çênabe ku em welatîyên xwe bê ceyran û bê xaz bihêlin, ji ber vê yekê ew ê ticareta me ya bi Îranê re berdewam bike."(ÎLKHA)