Êrîş li camîyê hat kirin: 15 kes hatin qetilkirin û 40 kes jî birîndar bûn
Li Efxanistanê êrîşa xwekuj li camîyê hat kirin, di encama êrîşê de 15 kes hatin qetilkirin û herî hindik 40 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Paktîya parêzgeha Efxanistanê di dema nimêja înê de êrîşa xwekuj hat lidarxistin. Di encama êrîşê de 15 kes hatin qetilkirin û herî hindik 40 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û hêj tu kesî êrîşê negirtiye li ser xwe.(ÎLKHA)