Li Çînê ji ber baranên havînê 86 kes jiyana xwe ji dest dan
Li Çînê ji ber baranên havînê yên ku zêde barîyan lehî rabû û 86 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gor xebera Ajansa Nûçeyan a Şînhua, ji teref Berdevkê Dezgeha Navenda Astengkirina Lehîyê Zhang Jîatuan ve derbarê mijarê de daxuyanîyek hat dayîn.
Jîatuan di daxuyanîya ku da destnîşan kir heta niha ji ber baran ku barîya li 28 bajêran lehî rabûye.
Tê diyarkirin ji ber baranan heta niha 86 kes jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî ber lehîyê re çûn û winda bûn.(ÎLKHA)