2 xortên Filistînî şehîd bûn
Di êrîşa vê şeveqê yê ku ji teref siyonîstan ve hat kirin de zarokekî 15 salî û xortê ku di heftîyên borî de di Meşa Mezin a Vegerê de birîndar bûbû şehîd bûn.
Di êrîşa ku ji teref siyonîstên terorîst ve li Kampa Ed-Dehîşe hat kirin de xortê 15 salî yê Filistînî yê bi navê Erkan Saîr Muzhîr şehîd bû. Her wisa hat ragihandin Kerem Îbrahîm Arafatê ku berî niha di Meşa Mezin a Vegerê de birîndar bûbû şehîd bû.
Digel şehîdên dawî hejmara şehîdan derket 155an.(ÎLKHA)