Ji malbata xwe 5 kesan kuşt û xwest ku xwe întîxar bike
Li Semsûrê kesekî ku aqil avêt ji malbata xwe 5 kesan kuşt û hewl da ku xwe bikuje.
Li Besnîya navçeya Semsûrê kesekî ku aqil avêt bavê xwe, birê xwe, jinbira xwe û 2 biraziyê xwe kuşt û xwest ku xwe întîxar bike.
Derbarê bûyerê de heta niha tu daxuyanî nehatîye dayîn. Li gor agahîyên hatin wergirtin sedema bûyerê di nava birayan de nelihevkirina parvekirina mal e. (ÎLKHA)