• DOLAR 32.446
  • EURO 34.768
  • ALTIN 2437.735
  • ...
Li 90 hezar mizgeftî di heman wextê de sela hat xwendin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di salvegera 2yemîn ya teşebusa darbeya 15ê Tîrmehê ya bi piştgirîya Amerîka hat rastkirin de li giştîyê Tirkîye di heman wextê de sela hat xwendin. 

Di şeva 15ê Tîrmehê de ji teref rêxistina FETO ve bi piştgirîya Amerîka hatibû xwestin ku li Tirkîyê darbe bê çêkirin. Lê belê wê şevê bi azan û selayan gel bi ruhê yekîtî û biratîyê li hember teşebûsa darbeyê sekinî û darbe têkve bir. Serokatîya Karûbarên Diyanetê îsal ji bo temamê mizgeftên Tirkîyê xwest ku di saet 00.13 an de li 90 hezar mizgeftî sela bê xwendin.

Xwendina selayan ji temamê bajar, navçe, gund û gundukan dema di heman wextê de hat xwendin hewayek manewî derxist pêş û bi vî awayî tiştên di darbeya 15ê Tîrmahê de hat jiyandin careke din hat bibîranîn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir