Cîyên têketina îmtîhana KPSSê ya lîsansê eşkere bûn
OSYMê cîyên têketina îmtîhana KPSS ya Lîsans a Çanda Giştî-Qabiliyeta Giştî û Zanistên Perwerdeyê eşkere kir.
OSYMê cîyê têketina Ezmûna Hilbijartina Personelên Kamuyê (KPSS) ya 2018an ên Çanda Giştî-Qabiliyeta Giştî û Zanistên Perwerdeyê eşkere kir. Ji teref OSYMê ve cîyê endamên dê têkevin îmtîhanê hatin eşkerekirin.
Endamên ku têkevin îmtîhanê dikarin belgeya xwe ya têketina îmtîhanê ji sîstema karên endamê bi nimara xwe ya nasnama T.C û şîfreya xwe dikarin belgeya xwe bigrin.
Endamên dê têkevin Ezmûna Hilbijartina Personelên Kamuyê (KPSS) ya 2018an ên Çanda Giştî-Qabiliyeta Giştî di saet 10.00 de dest pê bike û piştî dehan tu kes neyê girtin îmtîhanê. Ji bo rûniştina Zanistên Perwerdeyê jî dê nikaribin piştî saet 14.30 yî şûnde têkevin avahîyên îmtîhanê. (ÎLKHA)