Di Doza Safîturk de qerara tahlîyê
Di 9emîn Niştina Doza Qeymeqam Safîturka ku li Mêrdînê tê dîtin de derbarê 2 bersûcan de qerara tehlîyê hat dayîn.
Îro 9emîn Niştina Doza Qeymeqam Safîturkê ku di 10ê Mijdara sala 2016an de hat kuştin li Mêrdînê hat dîtin. Di encama niştinê de mehkemê derbarê bersûcên bi navê Ahmet Denîz û Mehmet Denîz de qerara tehlîyê da.
Di doza ku berdewam dike de hêj 15 bersûc tên darizandin û niştina taloqî 17ê Tîrmehê hat kirin.(ÎLKHA)