• DOLAR 32.52
  • EURO 35.011
  • ALTIN 2437.401
  • ...
Li Dihokê lehî: 4 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber barana ku zêde barîya li Dihoka Kurdistana Iraqê lehî rabû, di encama lehîyê de ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji ber barana ku li bajêr zêde barîya gelek taxên bajêr di bin avê de man. Ji ber baranê Çemê Hişkero  ser ve çû, ji ber vê yekê li taxên Beroşke û Şelê gelek zêde zirar dîtin.

Ji ber lehîya ku li bajêr rabû li ser rêya Dihok-Feydîyê lehîyê wesayîtekê ber xwe re bir. 4 welatîyên ji heman malbatê yên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin kesekî din digel wesayîta xwe li ber ava lehîyê re çûye û winda bûye.

Walîyê Dihokê Ferhad Etruşî derbarê mijarê de diyar kir ji ber lehîyê li bajêr herî kêm 100 mal zirar dîtine û 30 wesayît jî ber ava lehîyê ketine.

Etruşî diyar kir ew ê ji wan malbatên ku di lehîyê de zirar dîtine re alîkarî bê kirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir