• DOLAR 32.559
  • EURO 34.941
  • ALTIN 2442.117
  • ...
"Em hêvî dikin şiûra yekîtî û digelheviyê eql û qelbên me dorpêç bike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di peyama ku ji teref Navenda Giştî ya Cemiyeta Mustezafan ve ji ber minasebeta Qendîla Beratê hatiye weşandin de hat diyarkirin di wextê ku tê de tefrîka heye û Misliman bê hêz bûne de em hêvî dikin ku şiûra yekîtî û digelheviyê eql û qelbên me dorpêç bike.

Di destpêka peyamê de hedîsa pêxemberê me ya derheqê Qendîla Beratê de di bîran hat xistin û derbarê mijarê de wiha hat gotin: " Berat efû û bexşandin e, em ji Xweda niyaz dikin ku ev qendîl ji bo alema Îslamê bibe wesîleya vebûna deriyên xêran.Her wiha di wextê ku tê de tefrîka heye û Misliman bê hêz bûne de em hêvî dikin ku şiûra yekîtî û digelheviyê eql û qelbên me dorpêç bike."

Di berdewama peyamê de di serî de ji dildar û endamên xwe re û her wiha ji temamê Mislimanan re bang hat kirin da ku di vê şeva ku piştî Şeva Leyletul Qedrê şeva herî muhîm e de  bi taat û îbadetan zêdetir ji Xweda re nêzîk bibin  û jê re zêdetir teslîm bibin. Dû re wiha li peyamê hat zêdekirin: " Di vê şeva ku tê de deriyên rehmetê  heta dawiyê vekirînê de bi secdeyên dirêj em ji Rebbê xwe mexfîretê teleb bikin. Ji bo dawî li wan êş û elemên ku ummeta Îslamê dikşînin bê anîn bi taat û teslîmiyetê em dia bikin û ji Xweda re lawayî bikin. Her wiha em ji Xweda feraset û basîretê teleb bikin da ku xwîna ku li erdnigariya me diherike bi dawî bisekine. Êvarî em wextê xwe bi zikr û îbadetê biborînin û em îmana xwe taze bikin. Her wiha em ji birayên xwe yên Misliman re dia bikin. Di vê şeva ku şeva paqijî û rizgariyê ye de pir zêde tobe bikin."

Di dawiya peyamê de qendîla temamê Mislimanan hat pîrozkirin  û hat temennîkirin li ser axên Îslamê yên ku warê selamê ne cardin aştî û hizûr hakim bibe.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir