Borîyên avê teqîyan kolan bûne gol
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê borîyên ava vexwarinê di nav sê rojan du caran teqîyan, ji ber teqîna borîyên avê xelk mexdûr bû.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin borîyên şebekeya ava vexwarinê yên ku ji Taxa Îpekyoluyê Nisêbînê derbas dibûn teqîyan. Di demeke kurt de exlebeya taxê di bin avê de ma û xelk mexdûr bû. Piştî ku yekîneyên MARSUya girêdayê Şaredarîya Mezin a Mêrdînê şebekeya avê girtin re asta avê ket.
Ji ber teqîna borîyên avê xelk, dikandar û şênî mexdûr bûn. Hat diyarkirin di nav 3 rojên dawî de borîyên avê 2 caran teqîyan.
Yekîneyên MARSUyê yên ku girêdayê Şaredarîya Mezin a Mêrdînê ne dest bi xebatan kirin.(ÎLKHA)