• DOLAR 32.516
  • EURO 34.937
  • ALTIN 2436.39
  • ...
Evîndarên Pêxember ji Diyarbekirê peyam dan alema Îslamê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bernameya "Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî" ya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat tertîpkirin bi coş û şahîyeke mezin hat pîrozkirin. Di bernameya ku hat tertîpkirin de hat destnîşankirin ku Hazretî Muhammed nîjadperestî, qewmîyetperstî û faîzê xistiye bin pîyên xwe.

Di bernameya ku hat tertîpkirin de mewlûd hat xwendin, îlahî û merş hatin bidengkirin û bi dorê Mehmet Goktaş û Mahmut Kilinç axavtinek kirin. Di dema bernameyê de bênavber tekbîr û selewat hatin anîn.

"Resûlê Xwedê Hz. Muhammed qewmîyetperestîyê xistiye bin pîyên xwe"

Îlahîyatnas Nivîskar Mehmet Goktaşê ku di bernamê de axaivî  balan kişand li ser xetereyên qewmîyetperestî û faîzê û destnîşan kir: "Resûlê Xwedê Hz. Muhammed qewmîyetperestîyê xistiye bin pîyên xwe. Em ji vê derê îlan dikin, cenewarê herî mezin a ku dinyayê hildiweşîne faîz e."

 "Kî doza qewmîyet û nîjadê bike têk çûye"

Mela Mahmûd Kilinçê ku di bernamê de axivî destnîşan kir naskirina Pêxember weke naskirina Qur'ana Kerîm e û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: "Lewra her rojeke pêxember ayeteke Qur'ana Kerîm e, heqîqeta Qur'anê ye, peyama Îlahî ye. Naskirina Pêxember ji qewmîyetperestî û nîjadperestîyê rizgarbûn e. Pêxember qewmîyetperestîyê kiriye bin pîyên xwe. Kî doza qewmîyet û nîjadê bike têk çûye.Kî xwe bi Xweda û Îslamê ve girtibe Xweda wî/ê ezîz kiriye. "

"Kurdên Misliman ji hakîmîyeta dinyayê namzed in"

Kilinç di berdewama axavtina xwe de diyar kir îro xelkê Kurd ê Misliman ala tewhîdê hildaye û dû re wiha got: " Kurdên Misliman ji hakîmîyeta dinyayê namzed in. Ala tewhîdê ji destên xwe bernedin. Kî/ê ala tewhîdê hildabe destên xwe him li dinyayê û him jî li axretê bi ser ketin. Dema ku me pişta xwe da sunneta Pêxember namûs û canê me ji destan çû."(ÎLKHA)



























































































































































































































































































































































































































Bu haberler de ilginizi çekebilir