• DOLAR 32.516
  • EURO 34.937
  • ALTIN 2436.39
  • ...
Wezîr Çelîk: Rapora Komîsyona Yekîtîya Ewrûpa helwesteke sîyasî ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Yekîtîya Ewrûpa Omer Çelîk derbarê rapora ku Komîsyona Yekîtîya Ewrûpa ya di heqê Tirkîye de amade kiriye de axivî û got: "Ne raporeke rast û adile. Eşkereye ku ew rapor piştî bazarîyekê derketîye holê û biryareke sîyasî ye."  

Çelîk, di warê raporê de beyanatek çapemenîyê li dar xist û got: "Rexne kirin hem mafeke û hem jî fersendeke. Lê belê em di vê raporê de tiştekî objektîf an li gor heqîqetê an jî perspektîfek erênî nabînin."

Çelîk, îfade kir ku biryarên Tirkîye dide li gor îctîhadên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) ye û li cîkî teror û propoganda terorê hebe demokrasî tineye û got: "Desthevgirtina ku di êrîşên DEAŞê da nîşan didin, di êrîşên PKKyê da nîşan nadin. Em bêdengiya li hemberî êrîşên PKKyê yên dijî mizgeft û welatiyên Tirkîyê careke din şermezar dikin."

Çelîk, di berdewama axavtina xwe de wiha got: "Hê jî FETOyê wekî 'Hereketa Gulen' bi nav dikin û wekî ku rêxistineke civaka sivîl a bêguneh e hatiye emilandin ku em vê yekê şaş dibînin. Ji xeynî vê, ew yek hatiye qeydkirin ku hereketa Gulen ji aliyê hikûmeta me va wekî rêxistina terorê tê nasandin. Herçiqas hindik be jî ev, pêşveçûnek e. Lêbelê nayê wateya pêşveçûneke raste."

Çelîk, di dawîya axavtina xwe de wiha gor: "Raporeke bêvîzyon û bênaverok e, dûrî perspektîfeke raste. Ji niha û pê de heger dibêjin zêdetir Ewrûpa bangawazîya me eve: Lazime Ewrûpa bi Tirkîye re baştir tikîlîyan bike." (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir