Ji sedî 28,3yê nifûsa Tirkîyê zarok e
Li gor daneyên TUÎKê ji sedî 28,3yê nifûsa Tirkîyê zarok e.
Ji teref TUÎKê ve rêjeya zarokan a di nava nifûsa Tirkîyê de hat eşkerkirin. Li gor daneyên ku hatine belavkirin ji sedî 28,3yê nifûsa Tirkîyê zarok e.
Li gor encamên Pergala Qeydên Nifûsê Li Gor Navnîşanê di dawîya sala 2017an de nifûsa Tirkîyê gihaşt 80 milyon û 810 hezar û 525 kesan. Hat diyarkirin di nav rêjeyê de reqema zarokan tev de 22 milyon û 883 hezar û 288 e.
Li gor daneyan bajara ku lê herî zêde zarok hene Riha ye.(ÎLKHA)