• DOLAR 32.452
  • EURO 34.756
  • ALTIN 2436.635
  • ...
"Ji wî re dibêjin casûs ez ji wî casûstir im"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rahîb Andrew Brûnson bi îdîaya ku li ser navê PKKe û FETO casûsî kiriye hatibû girtin. Piştî girtina Brûnson Serokê Emerîka Donald Trûmp, li ser hesabê xwe yê Twîtterê  pemamek weşand.   

Trûmp, îdîa kiri ku Rahîb Brûnson, bêsûce û wiha got: "Ji wî re dibêjin casûs ez ji wî casûstir im".

Trûmp, li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek di warê Rahîb Brûnson de waşand û îdîa kir ku Brûnson bi sûcên bê binî tê darizandin û ew mehsûme û wiha got: "Rahîb Brûnson li Emerîka serokekî Xiristîyan yê biqîmete û li Tirkîye bi zilmî tê darizandin. Ji wî re dibêjin casûs lê belê ez ji wî casûstir im. Ez hêvî dikim ku dê destûrê bidin wî ku ewê vegere welatê xwe û bibiçe cem malbata xwe."

Wekî tê zanîn berya niha dema Trûmp bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re axivîn bû ji Serokomar xwestibû Rahîb Brûnson serbest berde.  

Brûnsonê rojên berê cara ewil derketibû hember mehkemê û ji bo wî 35 sal cizayê hepsê hatibû xwestin. Lê belê Brûnson sûcdarî qebûlnekiribû. Doza Rahîb Brûnson hat taloqkirin 7ê Gulanê. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir