• DOLAR 32.561
  • EURO 34.958
  • ALTIN 2444.249
  • ...
 "Serbestberdana failan nîşan dide ku hêj tesîrên 28ê Sibatê berdewam dikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Konyayê Kongreya Bajêr a Asayî ya Yekemîn a HUDA PARê hat tertîpkirin. Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê beşdarî kongrê bû û derbarê mijarên girîng ên di rojevê de nirxandinan kir.

 "Serbestberdena failên 28ê Sibatê ji wan tesîrên 28ê Sibata ku dihat gotin 'dê hezar sal bidome' tesîrek e"

Yapicioglu di axavtina xwe de balan kişand li ser mexdûrên ku ji teref daraza bi birîfîng a 28ê Sibatê ve ji wan re bi şikleke bêhiqûq ceza hat dayîn  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "  Ew kesên ku failên 28ê Sibatê ne, ew kesên ku demajoya darbê dixebitandin, ew kesên ku komeke bi navê koma xebatê ya rojava damezrandin, ew kesên ku heta bi seyyarfiroşan ji xwe re kirine hedef, ew kesên ku bîrîfîng dane hakim û dozgeran û gotine 'li vî memleketî tehdîda ewilîn îrtîca ye, ev yek ji dabeşkerî û êrîşên derve bi xetertir e, pêşîya vê bigirin', ew kesên ku însanên xwedîyê nasnameya Îslamî bi şikleke neheq û bêhiqûq avêtin girtîgehan dê ji teref mehkemeyan re ji wan re cezaya hepsa muebebet bê dayîn, lê dê neyên girtin û berdan.Kesên ku van kirarîyan kirine hatin berdan; lê belê ew însanên ku bi daraza bi birîfîng a darbekeran ji wan re ceza hat dayîn û hatin xistin girtîgehê  hêj di girîtgehan de tên girtin. Ma edalet ev e? Gelo di defter û kitêba we de pênasa edaletê ev e? 28ê Sibatê bes bi van zilman sînordar nema. Hinek kesan digotin "ew ê 28ê Sibatê hezar sal berdewam bike." Hêj tesîrên wê berdewam dikin. Vaye failên 28ê Sibatê nehatine girtin û negirtina wan û serbestberdana wan jî ji van tesîran tesîrek e."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir