• DOLAR 32.557
  • EURO 34.978
  • ALTIN 2458.845
  • ...
LiWanê Muhabbeta Muhammedî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Wanê bernameyeke bi navê "Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî" hat tertîpkirin. Xelkê Wanê eleqeyeke mezin nîşanî bernameya ku li Qada Mîtîngê ya Qalê hat tertîpkirin da. Ji bilî gel partîyên siyasî, rîspî û temsîlkarên sazîyên civakî yên siwîl beşdarî bernamê bûn.

Bernameya ku bı tilaweta Qur'ana Kerîm dest pê kir  bi dengkirin îlahîyan berdewam kir û axavtin hatin kirin.

 "Bila ew kesên ku ji fermanên Pêxember û ji tiştên ku anîye re muxalefetê dikin haya xwe ji xwe bikin"

Piştî ku mewlûd hat xwendin re Endamê Yekîtîya Medrese û Aliman Mela Osman Teyfur derbarê ehemîyeta bernamê de axavtinek kir. Teyfur di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir bo ji nû ve xelasîya ummetê çare bes xwe bi sunneta Hz. Muhammed girtin e û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: "Bila ew kesên ku ji fermanên Pêxember û ji tiştên ku anîye re muxalefetê dikin haya xwe ji xwe bikin. Bila ji îsabetkirina azabeke bi elem bitirsin û xwe jê mihafeze bikin."

Teyfur di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser geşedanên ku li ser erdnigarîya Îslamê rû didin û weha got: " Erdnigarîya Îslamê bû kavileke ku kund lê dixwînin.  Li ser erdnigarîya Îslamê ne şeref, ne izzet, ne ewlehîya can û ne jî ya namûs ma. Îro ger zarok di zikên dêya xwe de bi çekên kimyewî tên qetilkirin, pîrekên dûcanî tên îmhakirin, bajarên me yên medenîyetê tên wêrankirin, erdnigarîya me tê îşxalkirin û emperyalîst wek sîqalokan êrîşî me dikin sedema van tevan  ji ber muxaleftkirina ji emr û fermanên Resûlê Xwedê û tiştên ku ew anî ye."

 "Heta ku em Hz. Muhammed ji xwe re nekin rêber ew ê ev erdnigarî gelek caran bê îşxalkirin"

Teyfur di dawîya axavtina xwe de diyar kir heta ku însan, Hz. Muhammed ji xwe re  wek rêber qebûl nekin ew ê ev erdnigarî gelek caran bê îşxalkirin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Wallahî, heta ku însanên vê erdnigarîyê pêxember nas nakin, nekevin bin sîya wî û wî wek rêber û pêşîvan qebûl neke ew ê ev erdnigarî hê gelek caran bê îşxalkirin."(ÎLKHA)











































Bu haberler de ilginizi çekebilir