• DOLAR 32.549
  • EURO 34.965
  • ALTIN 2445.806
  • ...
HUDA PAR: Daxuyanîyên piştgirîdayîna êrîşên li ser Sûrîyêzîllet e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

"Ne çeteyê siyonîst, ne Amerîka, ne Rûsya û ne jî Îngîltere dostê xelkê herêmê ne"

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin Sûrîye meseleya navxweyî ya ummetê ye û dû re wiha hat gotin: " Sedema nîşandana hêz û şerê sar a emperyalîstan problema naxwe ya welatên Îslamê yên li herêmê hawaleyî wan kirine. Ne çeteyê siyonîst, ne Amerîka, ne Rûsya û ne jî Îngîltere dostê xelkê herêmê ne. Herikandina xwîna mezlûman ne xema yekî ji wan e. Bes bi hinceta hinek mirina dixwazin li wê derê bi cî bibin û hebûna sîyonîzmê ya li wê derê mihafeze bikin. Heta ku bêewlehî, îxtîlaf û dilsarîya di navbera welatên Îslamê de bi dawî nebe, ew ê emperyalîzm bi taktîkên şerê sar wanan li ser navê xwe bide xebitandin û ew ê talan û dagirkirina dewlemdîyên ser û bin erdê bidomîne."

"Daxuyanîyên piştgirîdayînê zîllet e"

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin destekdayîna êrîşên li Sûrîyê ya wan  kesên ku divîyabû li ber vê êrîşê re rabûba ser pîyan zîllet e û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: " Bêşik û şiphe divê Esed cezaya xwe bikşîne; encax  ne bi destê wan kesên ku ji wî sed qet zêdetir qetlîam û jenosîd kirine. Bo çareserîyê hêj ne dereng e. Meseleya Sûrîyê meseleya navxweyî ya ummetê ye û divê bes bi destê Mislimanan bê çareserkirin. Çareserîyê ji emperyalîstan re hawale kirin çareserîyê nayêne û ew ê bibe sedem ku şer bipeke welatên cîran. Hetanî ku şer li ser Erdnigarîya Îslamê berdewam bike ew ê emperyalîst dawî li şer neyînin û niyeta wan li vê yekê jî tuneye."

Di dawîya daxuyanîyê de di serî bang li Tirkîye û Îranê û her wisa li temamê welatên Îslamê hat kirin da ku di vî warî de zêdetir hewil bidin û meselê bi rêyên sîyasî hal bikin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir