• DOLAR 34.259
  • EURO 37.848
  • ALTIN 2929.976
  • ...
Ji xanima Şeyhmus Alpsoyî nameyeke dilzîz
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şeyhmus Alpsoy bi êşa qenserê ketiye û ji ber vê yekê rovîkên wî hatine derxistin derve û di poşetan de ne û Alpsoyê ku di vî halî de hêj mexdûrîyeta 28ê Sibatê dijî û ev 19 sal in ku di girtîgehê de tê girtin.

Xanima Şeyhmus Alpsoyê ku mehkûm û nexweş e û bi salan bi şikleke neheq di girtîgehê de tê girtin nameyeke dilzîz a bi sernava "Rebbê min ez ji te re gazinan dikim" nivîsand.

Nameya ku Suat Alpsoy bi zilamê xwe nivîsandiye:

Zilamê min Şeyhmus Alpsoy mexdûrê 28ê Sibatê ye û bi êşa qenserê ketiye...

Mexdûrên 28ê Sibatê şeva darbeya 15ê Tîrmehê heta şeveqê bo darbe bi ser nekeve dia kirin, lê belê tiştê ku bû para wan  jiyaneke girtîgehê ya ku tê de heqên wan bi temametî hatine sînordarkirin.

Vaye, edaleta ademîzad!

Piştî ku zilamê min ji nexweşxanê birin girtîgehê, ez û qîza min em pêkve çûn ziyareta wî. Memûrên girtîgehê ji me re gotin ku heqê we hevdîtinê nîv seat e. Heqê me ya hevdîtinê ya ku berî niha seatek bû, hatibû daxistin nîv seatê.  Min di nava xwe de got 'Rebbê min!' Dema ku FETOyîst li derve bûn ew zilmê li me dikirin, niha di girtîgehê de ne lê dîsa wan dikin hincet û zilmê li me dikin. Ji ber ku cezaya zilamê min "muebbeta girankirî ye" em serê 15 rojan carekê dikarin biçin hevdîtina wî û yek bi yek me berdidin ba wî. Ez 20 deqîqeyan, qîza min 10 deqîqeyan di hevdîtinê de dimînin."

Dema ku ez ji zilamê xwe rewşa wî min pirs dikim, ji min re dibêje "Elhemdulîllah. Heyata dinyayê baş û nebaş derbas dibe." Zilamê min tu car ji halê xwe gazinan dike. Dema ku li nexweşxanê ma û di nav wê nexweşîya giran de carekê jî negot "of!" her tim şikir dikir.  Personelên tenduristîyê yên li wê derê li ber sebr û metaneta wî mat û hayran diman.  Ger ev îman û sebr pê re tunebana ew nikaribû 19 salan bi tena serê xwe di hucreyekê de bimana. Li girtîgehê ava germ tune ye, her tim şîrgerm diherike.  Ji ber ku rovîkên zilamên min li derve ne û torbe pê ve daleqandîye bo paqijîya wan ava germ lazim e. A herî bi zehmet jî ew e, dema ku tu kes li balê tunebe bi tena serê xwe nikare torbeyan biguherîne. Ger nexweşekî qanserê li mala xwe bana, ew ê malbata wî bo ku ew emrê xwe yê mayî bi aramîyê derbas bike dê hemû tiştî bikirana, xwarinên ku dê ji nexweşîya wî re baş bana çekirana, ew ê hemû tiştê ku dilê wî çûbanê standibana. Lê şanseke wisa ya zilamê min tuneye. Ji mirinê re hatiye terkkirin...

Rebbê min! Ez; gazin û gilîyên van zilm û neheqîyên ku li me tên kirin, wan kesên ku me li welatê me xerîb hiştina, kesên ku ji rewşa me re ker, qor û lal mana, Mislimanên ku di xew de ne, kesên ku Yûsufîyan di zindanan de ji bîr kirine, kesên ku hezkirina wan bûye mal û milkê dinyayê, kesên ku bes li xwe difikirin û gazin û gilîyên wan kesên ku tiştê ku li birayê wan ên Misliman hatine kirin weke li wan hatine kirine nahesibenin ji te re dikim.

Xweda di ayeta kerîm de wisa ferman dike: "Mumin encax bira ne. Ji ber wê yekê navbera birayên xwe baş bikin û ji Xwedê bitirsin da ku hûn  rehmetê heq bikin."

Pêxemberê me (Silavên Xweda li ser bin) jî wiha dibêje: "Ummeta min wek wucidekê ye. Ger dereke wê wûcidê biêşe dê temamê wê wûcidê biêşe."

"Heta ku hûn ji hev hez nekin îmana we nayê qebûlkirin."(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir