Kalin: Rûsya destnîşan kir ku li Tel Rifatê hêmanên PYD/YPGê nemane
Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomartîyê derbarê operasyona Tel Rifat de destnîşan kir "Rûsya ji me re destnîşan kir ku li Tel Rifatê hêmanên PYD/YPGê nemane, em ê vê yekê teyît bikin."
Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin di civîna çapemenîyê ya ku li Beştepê hat tertîpkirin de derbarê mijarên di rojevê de nirxandinan kir û pirsên endamên çapemenîyê bersivand.
Kalin di axavtina xwe de derbarê operasyona Tel Rifatê de wiha destnîşan kir "Rûsya ji me re destnîşan kir ku li Tel Rifatê hêmanên PYD/YPGê nemane, em ê vê yekê teyît bikin. Tel Rifat jî di nav de hetanî ku hêmanên terorê bên paqijkirin ew ê harekat berdewam bike."(ÎLKHA)