Amerîka: Em ê wexteke din jî li Sûrîyê bimînin
Piştî daxuyanîya em ê ji Sûrîyê vekişin a Serokê Amerîka Donald Trump re ji teref Qesra Spî ve daxuyanîyeke nivîskî hat belavkirin. Di daxuyanîya nivîskî ya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin "Em ê wexteke din jî li Sûrîyê bimînin."
Berî vê du rojan ji teref Serokê Amerîka Donald Trump ve hat daxuyandin ku ew ê ji Sûrîyê vekişin. Lê piştî vê daxuyanîya ku ji teref Donald Trump ve hat dayîn re vêcar jî ji teref Joseph Votelê Fermandarê Hêzên Navendî ve daxuyanîyeke berewajî hat belavkirin. Ji ber vê daxuyanîya ku hat belavkirin civîna Konseya Ewlehîya Neteweyî li Qesra Spî hat kirin.
Di daxuyanîya ku ji teref rayedarên Qesra Spî ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin ew ê Amerîka wexteke din jî li Sûrîyê bimîne.(ÎLKHA)