Di doza leşkergeha Selîmîye de biryar: 50 muebbet
Li Stenbolê derbarê doza leşkergeha Selîmîyeyê ya darbeya FETO de 13 gumanbaran cizayê muebbetê yê giran û 37 gumanbaran jî cizayê muebetê yê hepsê girtin.
Di dema darbeya FETO ya 15ê Tîrmehê de kesên li leşkergeha Selîmîye û ya Hêzên Çeleng ya Uskudarê beşdarî falîyetên darbeyê bûbûn doza di heqê wan de bi encam bû. Jê 13 kesan cizayê muebbetê yê giran û 37 kesan jî cizayê muebbetê yê hepsê xwarin.
Mehkemê ji ber sûcê "endamtîya rêxistina terorê" 8 sal û 9 meh ciza da şexsekî û di nav wan de 2 yarbay, 1 serpel, 4 binefser, 10 çawîşê pispor bi tevahî 77 gumanbar jî ji temamê sûcan bêsûc hatin dîtin û berat kirin.
Heyeta mehkemê biryara girtina 6 gumanbarên din da. (ÎLKHA)