• DOLAR 32.517
  • EURO 34.99
  • ALTIN 2435.04
  • ...
Ji ber ku telefonê di berîka xwe de ji bîr kir jê re hevdîtin hat qedexekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê, Meryem Îrmaka ku çû girtîgehê da ku zilamê xwe yê ku ev 17 salan ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de tê girtin ziyaret bike, ji ber ku acele kir telefona xwe di berîka xwe de ji bîr kir. Ji ber vê yekê xardîyan derheqê wê de zabitname girtin û xeber dan polêsan. Polêsên ku hatin girtîgehê qet guh nedan gotinên Meryem Îrmak û wê birin qereqolê û îfadeya wê standin û heta 3 mehan jê re "qedexeya hevdîtinê" dan.

Meryem Îrmaka ku hatiye mexdûrkirin derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî û ji rewşê re bertek nîşan da û xwest ku mexdûrîyeta wê bê çareserkirin.

Îrmak di axavtina xwe ya ku kir de derbarê mijarê de diyar kir ji wê roja ku bûyer qewimîye vir ve psîkolojîya wê xera bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Zilamê min ev 17 sal in ku di girtîgehê de ye û ev 17 sal in ku ez diçim hevdîtinê. Pênçşema borî dema ku ez çûm hevdîtinê hinekî dereng mam û ji ber ku min acele kir telefona xwe li ser xwe ji bîr kir. Di lêgerîna ewil de xardîyana ewil ji min re got ku li ser te telefon heye, min ji wan re got ku ez herim telefonê deynim derekê, lê guh nedan min. Çend caran min ji wan re got ku min telefonê li ser xwe ji bîr kiriye. Ji xwe ne hevdîtina vekirîbû. Min gelek kesên ku li ser xwe tiştekî ji bîr dikirin û dû re diçûn didanîn derekê dîtin. Xardîyanan ji wan re digotin 'biçin eşyayên xwe deynin derekê û werin.' Dema ku dor hat min ji min re gotin ku qetîyen em destûrê nadin te."

 "Dikaribûn ji min re bibêjin here telefona xwe deyne derekê û dîsa were"

Îrmak di berdewama axavtina xwe de diyar kir dû re derbarê wê de zabitname girtine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Zêdetirî 2 seatan min li wê derê girtin. Hemû kes çû hevdîtinê û ez têne li wê derê mam. Dû re li polêsan geriyan. Li wê derê bi min îmze dan avêtin û gotin tu nikare heta 3 mehan werî hevdîtinê. Dû re polêsan ez birim. Bi rastî jî min telefona xwe li ser xwe ji bîr kiribû. Çima ez ê tememê eşyayên li ser xwe deynim û bes telefonê bibim? Polêsan jî zabitname girtin û dest danîn li ser telefona min û ev heftîyek e ku şandine dozgerîyê. Tu deng ji wan dernayê. Zilm li min kirin. Dikaribûn ji min re bibêjin here telefona xwe deyne derekê û dîsa were. Ez nizanim çi hat serê min. Ji wê rojê ve psîkolojîya min xera bûye. Girtîgeha ku ez neçûmê nema, ez li rasta gelek mişkîleyan hatim. Dema ku me tiştekî li ser xwe ji bîr dikir, ji me re digotin herin deynin û dîsa werin. Vêcarê çima wisa kirin min fêm nekir. Cezaya 3 mehan neçûyîna hevdîtinê dan min. Tu kesî min  ku here girtîgehê tuneye. Xwezûrê min kor û xwesûwa min jî bayê felcê lê daye. Ez ji rayedaran dixwazim ku ev ceza bê rakirin. Sûcê min bes li ser xwe jibîrkirina telefonê ye."

Musa Îrmakê bavê Nureddîn Îrmak derbarê mijarê de diyar kir bûka wî Meryem Îrmak ev 17 sal in ku diçe hevdîtinê, lê heta niha li rasta problemekê nehatiye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Dibe ku însan xetayê bike û dibe ku ji bîr bike, lê wezîfeya xalên lêgerînê di bîran xistine. Ez dixwazim ku rayedar vê meselê çareser bikin."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir