• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Xezzeyê şîna neteweyî hat îlankirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Do li Xezzeyê ji teref çeteyên sîyonît ve li Meşa Vegerê a Mezin êrîş hat rastkirin û di encama êrîşê de 15 Fîlîstînî hatibûn şehîdkirin. Esnafên Xezze û yên Bati yakayê ji bo bertekên xwe bidin nîşandan îro dikanên xwe venekirin.

Li gor nûçeya ji Navenda Enformasyonê ya Filistînê hat wergirtin, hat îfade kirin ku îro li Filistînê temamê esnaf û saziyan kepenk venekirine. Bi vê yekê her wekî kuçe û kolan valabin.  

Ji bo piştgirîyê bide gelê Filistînê îro saziyên perwerdehî û hindekarî û zanîngeha jî navber dan perwerdehîyê û derî girtin.

Li bajarê Batî Yaka û Nablûsê dê îro li pêşîya mizgefta El-Hac Nîmr daxuyanîyek çapemenîyê lidar bixin.

Sendîkaya Taksîyê Filistînê jî ragihand ku ew jî beşdarî sekinandina kar bûne û ewê îro wesaîtên xwe neşixulînin.

Bi sedem êrîşa çeteyên sîyonîst ya li Meşa Vegerê a Mezin ya hovane, 15 Fîlîstînî hatibûn şehîdkirin û zêdetirî hezar û 400 kesî jî hatibûn birîndarkirin.

Di gel çalakvanan tu talûke nedidan nîşandan jî çeteyên sîyonîst raste rast êrîşî xelkê sîvîl kirin. Ev bûyer ji teref kamereyan ve bi awakî eşkere tê dîtîn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir