Sîyonîstan êrîşî Fîlîstînîyan kirin: 7 şehîd
Di gel temamê tehdîdên çeteyên sîyonîst bi minasebeta Roja Axê xelkê Xazzeyê beşdarî Meşa Vegera Mezin bûn. Sîyonîstan êrîşî kesên beşdarî çalakîya meşî bûn kir û ji wan 7 kes şehîd kir, herî hindik 500 kesjî birîndar kirin.
Di serî de bi bangewazîya Hamas û grûbên Filistînê bi hezaran Xazzeyî bi sedem Roja Axê beşdarî Meşa Mezin a Vegerê bûn. Lê belê kesên beşdarî çalakîya meşê bûn marûzî êrîşa çeteyên sîyonîst man. Li gor daxuyanîyên ewil di êrîşên çeteyên îşxalker de herî hindik 7 Fîlîstînî şehîd bûn û herî hindik 500 kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyanîya Heyeta Neteweyî ya do bi sedem Meşa Mezin a Vegerê li çar nokteyan bi dirêjaya 700 metrî çadir vekirine.
Di gel tehdîdên çeteyên sîyonîst vê sibehê çotkarek hat şehîd kirin û yek jî hat birîndar kirin. Filistînî zarok û pîrek, ciwan û îxtîyar bi hezaran kes ji bo bidin nîşandan ku ew ji heqê xwe yê vegerê nebuhurîne û kemînên sîyonîstan xira bike berî dan sînor û dest bi meşê kirin.
Di gel çeteyên sîyonîst li hember meşa Roja Axê tehdît jî kiribû Fîlîstînî ji Xezzeyê ber bi sînor dest bi Meşa Mezin a Vegerê kirin. Çeteyên îşxalker leşkerên nîşangir dan ser sînor û ji saetên sibehê de dest bi cînayetan kirin. Di encama Meşa Mezin a Vegerê de 7 Fîlîstînî hatin şehîd kirin, herî hindik 500 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)