• DOLAR 32.565
  • EURO 34.968
  • ALTIN 2445.537
  • ...
Bozdag bertek nişani Frensa da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag û Berdevkê Hikumetê bertek nîşanî beyanatên Serkomarê Frensa Macron ya di warê piştgirîya YPGê de da û îfade kir ku: "Kesên li hember Tirkîye piştgirîya rêxistinên terorî bikin wê ji me miamela ku em bi rêxistinên terorî re dikin bibînin û dê bibin hedefa Tirkîyê".

Bozdag, li ser hesabê xwe yê fermî yê twîtterê de bertek nîşanî Frensa da û li ser temînata pîştgirîya PYD/YPG/YPJê de îfade kir ku: "Ev beyanata piştgirîyê eşkere ya teror û rêxistinên terorîye. Ev yek eşkere pişgirî û hevalbendîya rêxistinên terofî yên êrîşî Tirkye dikine."

Bozdag di berdewama nirxandinên xwe de cîh da van agahîyan: "Destek kirina rêxistinên terorî, meşrû kirina wan û hevalbendîya wan qethîyen nayê qebûlkirin. Em wek Tirkîye di warê micadela li dijî terorê em bi qirarin. Kesên ji rêxistinên terorî re bibin destek dê piştgirîya Tirkîye winda bikin. Kesên li hember Tirkîye piştgirîya rêxistinên terorî bikin wê ji me miamela ku em bi rêxistinên terorî re dikin bibînin û dê bibin hedefa Tirkîye. Ez hêvî dikim dê Frensayê gaveke wisa navêje. Kesên dostaya Tirkîye bi ya rêxistinên terorî tercîh bikin dê bibînin ku ewê jî bi rêxistinên terorîre têk herin û winda bikin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir