• DOLAR 32.56
  • EURO 34.928
  • ALTIN 2441.129
  • ...
"Serokomar bi xwe jî bi vê hişê dewletê nikare ji lêpirsîna ewlehîyê derbas bibe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Malatyayê ji teref  Serokatîya Bajêr a HUDA PARê ve bernameya civîna çapemenîyê hat lidarxistin. Erdal Elîbuyukê Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê jî beşdarî bernamê bû û di bernamê de axavtinek kir û balan kişand li ser kesên ku di lêpirsînên ewlehîyê de tên mexdûrkirin.

Elîbuyuk di axavtina xwe ya ku di bernamê kir de destnîşan kir ger bi vê hişê qirêj a dewletê ya ku ji teref FETO ve hatiye amadekirin hereket bê kirin ew ê rêjeya mexdûrîyetan zêdetir bibe.

"Micadeleya li dijî FETO divê nebe micadeleya li hember Mislimanan"

Elîbuyuk di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew hişê ku ji teref rêxistinên qirêj ên mîna FETO û Ergenekon ve hatiye amadekirin  zirarê dide xelkê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Di wan lêpirsînên ewlehîyê de ne tenê ew kesên ku bi kumpasên FETO hatine girtin; bi heman awayî zarok û nevîyên wan bi xwe jî tên mexdûrkirin. Ger bi wê hişê qirêj a dewletê ya ku ji teref rêxistinên FETO û Ergenekonê hatiye amadekirin bê hereketkirin ew ê di serî de Serokomar  bi xwe jî dê li wê ewlehîyê bieliqe û derbas nebe. Lewra ew di hişê dewletê de di lêpirsîna Tewhîd Selamê de wek birêveber tê darizandin. Micadeleya li dijî FETO divê nebe micadeleya li hember Mislimanan. Divê ji hişê dewletê re format bê avêtin."(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir