• DOLAR 32.562
  • EURO 34.964
  • ALTIN 2442.427
  • ...
Xebatkarên DEDAŞê yên ku kontrola ceyrana qeçax dikirin hatin darbkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Taxa Nû ya Qosera Mêrdînê yekîneyên DEDAŞê yên ceyrana qeçax hewil dan di avahîyekê bi navê Karahan de  kontrola ceyrana qeçax  bikin, lê di navbera yekîne û şênîyên avahîyê de pevçûn derket. Di encama pevçûna ku derket de 2 karkerên DEDAŞê bi darbeyên daran birîndar bûn û hatin  rakirin nexweşxanê.

Bûyer derdora seat 10.30an de li Avahîya Karahan a li ser Kolanan 2yemîn pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin xebatkarên DEDAŞê yên bi navê Uxur Kanayran û Murat Dal bo kontrola ceyrana qeçax hewil dan têkevin avahîyê. Lê belê şênîyên avahîyê destûr nedan ku xebatkarên DEDAŞê têkevin avahîyê û ji ber vê yekê di navbera terefan de levdan derket.

Di levdana ku derket de 2 xebatkarên DEDAŞê ji ber darbeyên daran birîndar bûn û hatin rakirin nexweşxanê. Piştî li bi bûyerê hat hisîn re gelek polês hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Piştî bûyerê gelek xebatkarên DEDAŞê ketin avahîyê û temamê seatên ceyranan jê kirin û yên nû lêxistin.

Polês bo kesên beşdarî bûyerê bûne bên binçavkirin xebat da destpêkirin.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir