Pêvajoya binçavîya Puigdemont hat dirêjkirin
Pêvajoya binçavîyê ya Carles Puigdemontê Serokê Katalanî yê ku roja yekşemê hat binçavkirin hat dirêjkirin.
Hat ragihandin pêvajoya binçavîyê ya Carles Puigdemontê Serokê Herêma Xweser a Katalonyayê yê ku roja yekşemê hat binçavkirin hat dirêjkirin. Qerara binçavîyê ji teref mehkemeya ku lê hat derxistin ve bi hinceta "îxtîmala revînê" hat dayîn.
Îspanya îadekirina siyasetmedarê Katalan ê ku derbarê wî de li tevahîya Ewrûpayê fermana girtinê derxistiye dike. Li gor qanûnên Almanyayê telebên fermî yên di warê îadekirinê de divê di 60 rojan de bên binetîcekirin.(ÎLKHA)