Yewnanistan teleba îadekirina 8 leşkeran red kir
Teleba îadekirina leşkerên ku piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê revîyabûn Yewnanistanê cara 3yemîn hat redkirin.
Hat ragihandin teleba îadekirina 8 leşkerên ku piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê revîyabûn Yewnanistanê ji teref Mahkemeya Îstînafê ya Atînayê ve cara 3yemîn hat redkirin.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin sedema redkirina teleba îadekirina leşkeran nedayîna temînata li Tirkîyê bi şikleke adil darizandin e.
Tê diyarkirin ku ew ê di 4ê Gulanê de derbarê 8 leşkeran de qerar derkeve.(ÎLKHA)