• DOLAR 32.57
  • EURO 35.003
  • ALTIN 2451.939
  • ...
Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî banga riayetkirina agirbestê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber bûyer û geşedanên li Sûrîyê Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî bi şikleke bi lez kom bû. Di civîna ku hat tertîpkirin de hat xwestin ku hêzên rejîma Sûrîyê yên ku Rûsya destekê dide wan riayetî wê agirbesta li Xutaya Rojhilat bikin.

Endamên Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser wê korîdora ku dê tê de alîkarî bê gihandin Xutayê jî sekinîn û mijarê nirxandin.

Berî niha destûr hatibû dayîn ku kerwana xurekê ya ku ji 46 qamyonan pêk tê biçe heremê. Lê belê tê diyarkirin nîvê alîkarîyan bi xwe jî hêj negihatiye li ber destên hewcedar. Li gor çavkanîyên Neteweyên Yekbûyî temamê malzemeyên tibbî ji teref rayedarên Sûrî ve hatine desteserkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir