• DOLAR 32.528
  • EURO 34.98
  • ALTIN 2442.873
  • ...
Yetîm-Dera Ewrûpa rapora fealîyetên sala 2017an daxuyand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpaya ku li 52 welatan xebatên xwe yên alîkarîyê birêve dibe derbarê xebatên alîkarîyê yên ku di sala 2017an de li seranserî cîhanê hatine kirin de raya giştî agahdar kir.

Ateş di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de diyar kir ew bisaya kesên xêrxwaz xebatên xwe yên alîkarîyê li tevahîya cîhanê didomînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di bergeha "Projeya Malbata Bira" de di sala 2017an de bes li Tirkîyê bi şikleke birêkûpêk ji bi hezarana kesan re alîkarî hat kirin. Di bergeha ji xwendekaran re desttekdayînê de bi sepana bûrsê ji xwendekarên ku exlebeyê wan êtîm bûn re mehane alîkarîya maddî hat kirin."

Ateş di berdewama axavtina xwe de qala alîkarîyên qurbanê de agahîyan da û wiha got: "Her wisa bi alîkarîya kesên xêrxwaz û navbeykarîya  sazîyên hevkar di Eyda Qurbanê de li gelek bajarên Tirkîyê û li Asya, Afrîka, Balkan û Filistînê  ji kesên muxtac û feqîr re alîkarîya goştê qurbanan hat belavkirin.Ji bilî goştê qurbanan dîsa li Tirkîye,Asya, Afrîka û Filistînê   ji bi sedan zarokên êtîm re alîkarîya cil û bergan hat kirin û Tirkîyê û li Asya, Afrîka, Ewrûpa, Balkan û Filistînê jî ji bi hezaran kesên jar re paketên erzaqê hat belavkirin. Li Tirkîye, Afrîka û Asyayê ji êtîm û xwendekarên penaber re alîkarîya amûrên kirtasîyê hat kirin."

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew di bergeha alîkarîyên herêma bobelatê de de ji penaberên Sûrî yên li Tirkîyê, ji penaberên Arakanî yên li Bangledeşê, ji penaberên ku li Belgrad, Fransayê dijîn û ji afetzedeyên ku li Somalîyê bi xelayê re rûbirû mane û ji penaberên li Almanya, Karadagê û ji mexdûrên şerê li Yemenê re alîkarî kirine û dû re xebatên ku kirine wisa bi rêz kir: Yetîm-Dera Ewrûpa alîkarîya xwe ya perwerdehîyê ya ji bo 400 penaberên êtîm ên Sûrî yên ku li Tirkîyê dijîn domandiye. Li 10 herêmên Tirkîyê kumanyaya Remezanê hat belavkirin  û ji kesên feqîr re alîkarîya xurekê hat kirin. Ji penaberên Helebî re alîkarîya bi lez a xurekê hat kirin. Li Srî Lankayê jî ereboka seqetan hat belavkirin.  Li Afrîka û Asyayê 212 bîrên avê yên ku dê bi sedan hezar kes dê jê fêde bibînin hatin vekirin.Li Fransayê ji penaberên mexdûr re alîkarî hat kirin. Ji bi sedan penaberên ku hatin Almanya re alîkarîya erzaq û yên din hat kirin. Her wisa li Kosovayê bi Kumanyayên Remezanê yên ku hatin belavkirin ji bi sedan kesên hewcedar re alîkarî hat kirin. Li Ugandayê ji bi hezarên êtîman re alîkarîya erzaqê, ji kesên ku li Yemenê mexdûrê şer in re alîkarîya tibbî, li Filîpînan ji 700 xwedenkaran re alîkarîya kirtasîyê û ji kesên mexdûr re jî alîkarîya erzaqê, ji 100 zarokên Xazzeyî re alîkarîya cil û bergên zivistanê û ji 400 xwendekarên ku li Kenyayê di Kampa Penabera a Dadaabê dimînin re jî alîkarîya kirtasîyê hat kirin. "

Ateş di dawîya axavtina xwe de ji kesên ku di belavkirina van alîkarîyan de keda wan heye û ji wan kesên xêrxwaz re teşekur kir.(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir