Erebistana Siûd sehaya xwe ya asimanî ji siyonistan re vekir
Serokwezîrê çeteya terorê Netanyahu destnîşan kir "Erebistana Siûd ji wan balafirên ku ji Hindistanê diçin îsraîl re destûra bikaranîna seheya xwe ya asimanî daye."
Li gor xebera rojnameya Jerusalem Postê ya li wan axên ku hatine îşxalkirin weşanê dike Serokwezîrê çeteya terorê Binyamîn Netanyahu di dema ziyareta Amerîka de daxuyanî da rojnamegeran. Li gor rojnamê Netanyahu di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê wiha got: "Erebistana Siûd ji wan balafirên ku ji Hindistanê diçin îsraîl re destûra bikaranîna seheya xwe ya asimanî daye."
Heftîya borî nûçeyeke wisa di çapemenîya siyonistan de hatibû weşandin, lê belê ev nûçe ji teref Siûd ve hatibû derewandin. (ÎLKHA)