• DOLAR 32.236
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2412.192
  • ...
"Li Beykozê temamê arşîva Hîzbullah ket destê FETO"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Şaxa Diyarbekirê ya Dîyanet-Senê ve li Fakulteya Îlahîyatê ya Zanîngeha Dîcleyê paneleke bi sernava "Darbe FETO û 15ê Tîrmehê" hat tertîpkirin.

 "Arşîva Hîzbullah di destê FETO de ye"

Rojnameger-Nivîskar Kemal Gumuşê ku beşdarî panelê bû di axavtina xwe ya ku kir de derbarê FETO de destnîşan kir  ew rêxistineke wisa bû kur dixwasr temamê jiyana taybet a elemanên xwe jî bixe bin kontrola xwe û bo vê yekê ew taqîb dikirin. Gumuş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "FETO wan rêxistinên din ên terorê jî manîple kir. Bi PKKê re têket hevkarîyê, bi DEDAŞ Û DHKPCê re bû yek. Ew rêxistinên din ên ku nikaribû bixe bin kontrola xwe bi îmkanên dewletê agahî, deq û xebatên civakî yên bi dest xist. Mesela, arşîva Hîzbullah di destê FETO de ye. Di wê bûyera Beykozê temamê arşîva Hîzbullah ket destê FETO. Di wê arşîvê de gelek agahîyên ku dê gelek çalakîyên tarî yên li herêmê ronî bikira hebûn ku mixabin hêj ew arşîv di destê FETO de ye."

"Dû re ez hîn bûm ku ew kesê ku li min gerîya bû polêsê FETOyîst bû"

FETO nexwest ku cinayeta Riyad Guneş, Huzeyîn Dakak, Hasan Gokgoz û Yasîn Boru yên ku ji teref HDP/PKKyîyan ve bi şikleke hovane hatine qetilkirin bê ronîkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Di dema bûyerên 6-7ê Cotmehê de ez hatim vê derê û heftîyek li van deran gerîyam. Di wê cinayetê de Yusuf Er sax filitîbû. Polês îfadeya wî negirtibû. Dema ku tiştek diqewime divê polês lêpirsîn bide destpêkirin. Bes şahidek ew bû. Tu nabe Yûsûf Er tê tehdîdkirin, malbata wî ji ber vê yekê wî dibe gund, vedişêre. Min lêkolînek kir û navê bersûcan hîn bûm. Dema ku min vê yekê nivîsand, ji şubeya terorê ya Ewlehîya Diyarbekirê li min geriyan. Kesê ku li min gerîya got 'Em dixwazin van cinayetan ronî bikin, agahîyên gelekî muhîm ketine destê we ku em vê yekê ji wan tiştên ku we daye weşanê fêm dikin. Îhtîmal e ku zêdetir li ber destê we hebe. Va agahîyan bi me re parve bikin da ku em vê cinayetê çareser bikin.'Min ji wan re got ku tu agahîyên ku ez bi we re parve bikim li ber destê min tuneye û min telefon di rûyê wan de girt. Lewra ew bi xwe dewlet in û tu agahî ji ber wan veşartî namîne. Dû re ez hîn bûm ku ew kesê ku li min gerîya bû polêsê FETOyîst bû, lewra ew nedixwastin ev bûyer bê ronîkirin. Nedixwastin wesfên wan ên rêxistinî derkeve holê. Di bîra xwe bînin, li nimreya 155an dihat lêgerîn, lê tu kesî bersiv nedida. Hetta  ez çûm ba gelek malbatên ku min navê wan di rojnameyê de neweşand û di televîzyonê de negot. Ji min re gotin ku 'Polês ji me re got, hûn bi xwe herin şer bikin û li wan bidin.' Yanî dixwazin her du kom şer bikin û bo vê yekê hewil dida. Temamê herêmê wisa bû."(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir