• DOLAR 32.457
  • EURO 34.749
  • ALTIN 2437.871
  • ...
"Balafirên Tirkîyeyê alîgirê hêzên rejîma Sûrî bombebaran kir"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) îfade kir ku balafirên Tirkîyeyê li kampa Kafr Jina hêzên alîgirê rejîma Sûryeyê bomebaran kir û di êncama bombebarînê de herî hindik 36 milîsên rejîmê hatine kuştin. Rêxistînê îfade kir ku di nav kesên hatine kuştin de 3 endamên PKK/YPGê jî henin.

Derbarê hedef û cîyê PKK/YPGê de nav nehat dayîn û hat îfade kir ku hêzin Tikîyeyê di saet 05.00 û saet 10.00 li hinek deverên di destê rejîma Sûryeyê de ye êrîşa asîmanî rastkiriye.

Di wêneyên ku ji Efrînê hatin de tê dîtîn ku êrîş raste û operasyon li hêla Helebê hatîye rastkirin.

Hêzên Çekdar yê Tirkîyeyê di 20ê Çilede li dijî Efrînê operasyon dabû destpêkirin. Li gor daxuyanîya ji teref Serfermandarîya leşkerî hat kirin, hat îfade kirin ku heta niha di opersyonan de 41 leşkerî jiyana xwe ji dest dane û 199 leşke jî birîndar bûnin. TSKyê îfade kiri ku heta niha di êrîşan de 2 hezar û 516 PKK/YPGyî hatine kuştin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir