• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Kerwana Umûdê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kerwana Umûdê ya ku li nava welêt û li derveyî welêt bi xebatên alîkarîyê yên ku dike navê xwe li derdora xwe daye hesandin, bo feqîr û jaran xebatên xwe didomîne.

Serokê Kerwana Umûdê ya Wanê Sebrî Yildirim  derbarê xebatên alîkarîyê de destnîşan kir ew her meh bi şikleke birêkûpêk ji 320 malbatan re alîkarîyê dikin û dû re û wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ji bilî vê em her wiha alîkarîyên heyamî jî dikin. Di meha sibatê de me ji nêzî 600 kesan alîkarîya pêlavan kir.Me gazî wan malbatên ku berî niha hatine tespîtkirin vexwand komelê û me alîkarîya wan kir."

Di bergeha xebatên alîkarîyê de ji teref Kerwana Umûdê ya Elezîzê ve di sala 2017an de ji 825 malbatan re di bihaya 215 hezar û 735 lîre, ji teref Kerwana Umûdê ya Bingolê ve di meha Çileyê de ji 116 malbatan re û ji teref Kerwana Umûdê ya Malatyayê ve jî ji keseke ku bi nexweşîya KOAHê ketiye re alîkarî hat kirin.(ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir