• DOLAR 32.514
  • EURO 34.956
  • ALTIN 2439.265
  • ...
Abdûllah Gul: Lazim e ji bo mexdûrên 28ê Sibatê rêya darazê ji nû ve bê vekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokomarê Tirkîye yê 11êmîn Abdûllah Gul, destnîşan kir ku di heyama 28ê Sibatê de mehkemeyan bi brîfîngên derbekarên 28ê Sibatê biryar didan û ji prensîba edaletê dûr ketin û cizayê bê edalet dan gelek kesan.

 

Gul, destnîşan kir ku bila ji mexdûrên 28ê Sibatê re rêya darazê ya ji nû bê vekirin. Gul, bi sedem salvegera 28ê Sibatê ya 21emîn li ser malpera xwe ya civakî çend peyam parve kir û di peyamên xwe de cîh dan van agahîyan: "Îro di ser 28ê Sibatê re 20 sal derbas bû. Di wê heyama rewşa neasayî de mehkemeyan bi brîfîngên derbekarên 28ê Sibatê biryar didan û ji prensîba edaletê dûr ketibûn û cizayê bê edalet dan gelek kesan. Ji wan kesan hê jî 600 kes di zîndanan de mehkûmin. Dive mehkeme ji bo van mehkûmana rêya daraza ji nû ve veke. Ger çiqas dereng mabe jî îmkanê telafîkirina vê neheqîyê lazim e bê dayîn. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir