Di mînîbûsê de 500 kîlo esrar hat bidestxistin
Di operasyona ku li Çinara Diyarbekirê hat tertîpkirin de di mînîbûsekê de 500 kîlo esrar hat bidestxistin.
Hat ragihandin di operasyona ku li Çinara Diyarbekirê hat tertîpkirin de di mînîbûsekê de 500 kîlo esrar hat bidestxistin.
Bûyer doh derdora 18.30an de li têketina navçê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin mînîbûsa esrar barkirî ya ku ji Licê digel 2 wesayîtên pêşîvan dikir derbasî Mêrdînê bibe di têketina navçê de bi operasyona ku hat kirin hat girtin.
Di lêgerîna ku di wesayîtê hat kirin de 500 kîlo esrar hat bidestxistin. Şofêrê mînîbûsê M.E.G û kesên bi navê F.D, D.D, F.B, û R.C. yên di wan wesayîtên din de hatin binçavkirin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.(ÎLKHA)