Li Amerîka hejmara kesên ku ji ber şobê û zaturê mirin 4 hezaran derbas kir
Li Amerîka di meha Çileyê dehejmara kesên ku ji ber şobê û zaturê mirin 4 hezaran derbas kir.
Ev bû demek ku li Amerîka vîruseke bi navê H3N2 belav bûye ku ev vîrus dibe sedema gelek mirinan. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin bes di meha çileyê de hejmara kesên ku ji ber şobê û zaturê mirin derket li ser 4 hezaran.
Kesên pispor derbarê nexweşîya ku dibe sedema mirinan de destnîşan kirin ev nexweşî ji şoba barazan a sala 2009 û 2010an xirabtir eç
CDCyê ku Navendên Parastina û Bergirtina Nexweşîyan e derbarê mijarê de destnîşan kir ew ê şob nêzî 2-3 heftîyên din jî berdewam bike.
Li gor raportên hikûmeta Amerîka şoba niha ji şoba barazan a sala 2009 û 2010an dijwartir û bûye sedema mirina gelek kesan ku ev hejmar ji şoba barazan a sala 2009 û 2010an zêdetir e.(ÎLKHA)