• DOLAR 32.566
  • EURO 34.958
  • ALTIN 2443.109
  • ...
Amerîka êrîşîhêzên rejîma Esed kir: Zêdetirî 100 kesan mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin mîlîsên ku terefdarên rejîma Esed in xwestin qerargaha PYDê ya li başûrê Deyrîzorê dorpêç bikin, ji ber vê yekê Amerîka êrîşî mîlîsan kir. Di encama êrîşa ku hat kirin zêdetirî 100 kesan mirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Amerîka ve hatiye belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin "êrîşeke ne provekekirî ye."

Rayedarekî Amerîkayî ya ku ji ajansan xeberan a Reutersê re xeber da û navê xwe eşkere nekir derbarê mijarê de diyar kir di êrîşên bi top û hewan de zêdetirî 100 mîlîsên terefdarên rejîmê hatine kuştin.

Bûyer ji teref rejîma Esed ve hat piştrastkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir