• DOLAR 32.554
  • EURO 34.923
  • ALTIN 2438.68
  • ...
"Pirsgirêka civakê ya sereke aborî ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Eyyûp Yanaçê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku ji Aborîyê Berpirsyar e derbarê pirsgirêkên li Tirkîyê di warê îstîhdamê de hene ji Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê re nirixand û pirsên nûçegîhanê ÎLKHAyê bersivand.

Yanaç, îfade kir ku ev çend salên dawîye li Tirkîyê pirsgirêka herî mezin bûye pirsgirêka aborîyê û heger tedbîr neyên girtin her biçe ev dirûma wê xerabtir bibe.

Yanaç, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku bi gelemperî li temamê Tirkîyê û bi taybetî jî li rojhilat û rojhilatabaşûr heger ji bo aborî û bêkarîyê çareserî neyê dîtîn sewşê xerabtir bibe. Divê acil dewlet ji bêkarîyê re çareserîyekî bibîne.

Yanaç, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku li Tirkîye pirsgirêka herî mezin pirsgirêka bêkarî û ya aborîyê ye û wiha got: "Ev demek dirêje bêkarî di du pîleyî de ye. Hikumet, sozên ku ji bo bêkarîyê bixe dayê nayne bi cîh. Di daxûyanîyên dawî derdikeve holê ku bêkerî ji sedî 10 zêdetir bûye. Lê belê ya rastî ewe ku bêkarî bi ser vê yekê re ye. Niha di danasîna bêkarîyê de pirsgirêk hene. Lazim e bêkarî ji nû ve bê tarîfkirin. Lewra niha reqemên bê karîyê tenê daneyên TUÎK eşkere dike tê hesabkirin. Ji ber vê yekê ji bo meriv hejmara rast ya bêkarîyê fêhm bike divê ji nû ve tarîfa bêkarîyê bê kirin. Bêkarî pirsgirêka herî mezin ya Tirkîyê ye. Di salên dawî de har ku diçe bêkarî zêde dibe ev jî rewşek qet nebaşe."

"Hikumet nedi ferka girîngîya bêkarîyê de ye"

Yanaç, îfade kir ku lazim e jo bêkarî bê çareser kirin tedbîrên cidî bên girtin û wiha got: "Dema Ahmet Davûtoglû Serokwezîr bû hat Mêrdînê û binavê projeya biratîyê projeyek eşkere kir. Piştî wî Serokomar li Diyarbekirê daxuyanî da û îfade kir ku ewê bi navê navendên cazîbeyê porojeyek nû bidin destpêkirin. Mixabin ev proje yek jî bi serkeftin bi dawî nebûn. Çima encamên erênî nayê girtin? Lewra hikumet destûrên pêwiste di serî de nagre. An jî, ji ber ku ji esnafên kolanan dûrin tu encaman nikarin bi dest bixin. Berya niha salekê gotin 'dewetê li 23 bajaran fabrîqeyan veke, wê bêkarî bidawî bibe û dê ewqas kes bên îstxdamkirin' lê belê mixabin ev yek jî nehatin bi cîh kirin."  

"Hikumet ji bo pirsgirêkên aborî ji çavê welatîyan birevîne bi 'hestên wan yê milî dileyze"

Yanaç, destnîşan kir ku her roj diçe serfiraznebûna hikumete ya di warê aborîyê de derdikeve pêş çavan û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Hikumet ji bo serfiraznebûna xwe ji çavê hel bixe hin daxuyaniyên neteweyî dikin û bi gotinên lê xebitandinê ji çavê milet direvîne. Hikumet ji bo pirsgirêkên aborîyê ji çavê welatîyan birevîne bi hestên gel yên milî dileyzin û her tim wan tînin ziman. Divê di cî de ji van pirsgirêkana re çareserî bên dîtin. Bêkarîyê girtîye serê xwe diçe, li kolanên me her du ciwanên me jê yek bêkar e. Niha mîlyonek ciwanên me yên ku zanîngeh qedandîye hene û tev li bende karin. Divê hikumet ji bo van kesana gavên hewce ye bavêje." 

"Hikumet li dû qelewkirina Enqerê ye"

Lazim e hikumet ji bo bêkarîyê kêm bike serî biêşîne û wiha got: "Vê gavê hikumet li dû qelewkirina Enqerê ye. Binavê fona bêkarîyê fonek heye. Niha di vî fonî de helek pere kom bûye û ev ji karmendan tê stendin. Ev pere niha gîhaye 110 mîlyar lîreyî. Kesên bê kar dimîne ji bo wan salê 10 mîlyon lîre tê dayîn lê belê 100 mîlyon lîre dî wî fonî de dimîne. Ka bêjin ew pera ji ku tê. Ez bibêjim ev pera ji pîyasê hat bervkirin û ev jî bû sebebê zêdebûna bêkarbûnê. Her roj diçe Enqera roj bi roj rê qelewkirin, pere ji pîyasê tê kişandin û mixabin ev pera tê îsrafkirin. Yenî ez veya bibêjim ji bo bêkarî kêm bibe ev pera nayê xerckirin û meriv dibêjin qey tu kes serê xwe bi vî êşîre naêşîne."

"Niha zêdetir mezinbûnek li gor xerckirinê heye"

Yanaç, destnîşan kir ku niha li Tirkîye mezinbûnek zêdetir li gor xerckirinê heye û wiha got: "Di sala 2017an de aborîya Tirkîye mezin bû lê belê pişesazîya çêkirinê zaf kêm bû. Hûn dizanin ev tê çi wateyê? Belê oborîya Tirkîyê mezin dibe lê belê mezinbûnek li gor xerckirinê heye. Lê belê lazim e em bi hilberandina xwe nezin bibin. Fabrîqe nayên çêkirin. Ji ber vê yekê lazim e tedbîr bên girtin. Heger têdbîr neyên girtin wê di rojên pêşîya me de bêkarîyê bighêje asta herî mezin ku dê bibe sedema rageşîyê. Em ji niha de hişyar dikin; divê ji bo vê yekê tedbîrên cidî bên girtin û şert û mercên xebatê bên rehetkirin. Divê ev tişt ji bo karker û karmenda teva bên kirin."

"Di 10 an jî 20 salên pêşîya me de em tu amadehîyan nabînin"

Yanaç, di dawîya axaftina xwe de bi taybetî bal kişand ser projeyên li Rojhilar û yên li Başûrêrojhilat û got: "Divê ji bo aborîya deverê projeyên nû bên çêkirin. Ev tişta bi temenîya çênabe. Ev tişta bi gotina 'hin kesan îstîhdam bike' jî çênabe. Ev tişta bi plan û projeyên rast û dirist tên çareserkirin. Berya niha birêz Serokomar bangewazî kiribû û gotibû 'hemî kesên endamê TOBBê bin bila karkerekî zêde bigrin' binerin ev tiştana bi temenîyê çênabe. Divê li hember van gotina di pratîkê de hin tişt hebin. Niha vê gavê ji ber ku li hember van gotinana tu tiştek tineye her roj diçe bêkarî zêde dibe. Em di 10 an jî 20 salên pêşîya me de tu amadehîyan nabînin. Em pêvajoyek ne baş dibînin. Divê ev bê dîtin û tedbîrên hewceye di cî de bên girtin." (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir