• DOLAR 32.56
  • EURO 35.007
  • ALTIN 2437.989
  • ...
Li Bidlîsê ji ber berfê rêya 174 gundan hat girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Bidlîsê berfa ku doh êvarî dest pê kir heta şeveqê berdewam kir. Ji ber berfa ku bariya li bajêr jiyan ket asta sekinîne û rêya 174 gundan jî hat girtin. Ji ber ku rê hatin girtin gelek wesayît di rê de man.

Ji ber berfa ku bariye li tevahîya bajêr qezayên biçûk pêk hatin .

Îdareya Taybet a Bidlîsê xebat dan destpêkirin da ku rêyên gundên ku ji ber berfê asê bûne bên vekirin. Her wisa şaredarî jî li nava bajêr dest bi xebata paqijkirina berfê kir.

Welatîyan jî serê şeveqê bi berfmalkan hewil dan devê dikan û malên xwe vekin.

Rayedarên metorolojîyê bi daxuyanîya ku belav kirin destnîşan kirin ew ê berf ber êvarî re tesîra xwe zêdetir bike.(ÎLKHA)















































Bu haberler de ilginizi çekebilir