• DOLAR 32.551
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2450.05
  • ...
Ciwanê birîndar Qur'ana Kerîm ji destê xwe berneda
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îro otobuseke rêwîyan a ku ji Stenbolê ber bi Hewlêrê ve diçû li Silopîya Şirnexê gindirî şarampolê. Di qezaya ku pêk hat de 9 kes jiyana xwe ji dest dan û 38 kes jî birîndar bûn.

Li cihê qezayê dîmenek bala nûçegihanan kişand li ser xwe. Xortekî ku rêwî bû di qezayê de birîndar bûbû digel halê xwe yê birîndarî Qur'ana Kerîm a di destê xwe de berneda.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansên ku hatin cihê bûyerê hatin rakirin nexweşxanê.

Di qezaya ku 9 kes tê de birîndar bûn xorteke ku sola wî ji ber qezayê ji piyên wî derketibû û birîndar bûbû bi alîkarîya leşkerê ku hatibû cihê qezayê ji cihê bûyerê hat dûrxistin. Di dema dûrbûna ji cihê qezayê de xortê birîndar heta jê hat digel halê xwe yê birîndarbûyî Qur'ana Kerîm ji destê xwe berneda ku ev yek jî balan kişand li ser xwe.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir