• DOLAR 34.68
  • EURO 36.366
  • ALTIN 2934.046
  • ...
 "Em dixwazin pêwendîyên me bi Tirkîyê re weke berê bin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Neçîrvan Barzanîyê Serokwezîrê Birêveberîya Kurdistana Iraqê piştî civîna lijneya wezîran daxuyanî da. Barzanî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir pêwendîyên di navbera Birêveberîya Kurdistana Iraqê û Tirkîyê berdewam dikin û got "Di navbera her du terefan de jî her tim rêyên gotûbêjê vekirîne."

Barzanî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew hêvî dikin û bi rayedarên Tirkîyeyî re hevdîtinê bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Encax niha bo ziyareta Enqerê dîrokek tuneye. Em dixwazin pêwendîyên me bi Tirkîyê re weke berê bin. Tirkîye bo Birêveberîya Kurdistana Iraqê dewleteke muhîm e."

Barzanî di dawîya daxuyanîya xwe diyar kir  ew bo gotûbêjê amade ne ku problemên di navbera wan û hikûmeta navendî ya Iraqê de bên çareserkirin û destnîşan kir birêveberîya Baxdayê hêj maaşê milyonek û 400 hezar karmendan neşandiye.(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir