• DOLAR 32.553
  • EURO 34.832
  • ALTIN 2438.12
  • ...
Doza teqîna depoya muhîmatê bi dawî bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Afyonkarahîsarê di 5ê Îlona sala 2012an de di depoya muhîmatê de teqînek pêk hatibû û di netîceya teqînê de 25 leşker jiyana xwe ji dest dabûn. Di doza ku derbarê vê teqînê de li Yekemîn Mehkemeya Cezaya Giran a Afyonkarahîsarê dihat dîtin de derbarê teqînê de qerar hat dayîn.

Dozger di doza ku hat dîtin de xwest ku kesên bersûc bên cezakirin. Û parêzvanên bersûcan serbestberdana muwekkîlên xwe xwestin.

Heyeta mehkemê ya ku qerara xwe eşkere kir ji Albay Veysel Ozbay û Serdar Alî Duran 13 sal û 4 meh û ji serpel Tuncay Aydin re jî 6 sal û 8 meh ceza da.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir