• DOLAR 32.53
  • EURO 34.977
  • ALTIN 2436.363
  • ...
Qamyona ku frena wê teqiya kete hundirê malê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Yenîşehîra Diyarbekirê qamyona ku frena wê teqîya kete hundirê malê. Di qezaya ku pêk hat de tiştek bi tu kesî nehat, bes di malê de xisar pêk hat.

Qeza derdora seat 09.15an de li avahîyên TOKÎyê ya li Taxa Azîzîyeyê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin frena  qamyona ku ajokarê wê Ahmet Akguneş bû û plaqeya wê nehat hînbûn teqîya.

Akguneşê ku fêm kir frena qamyonê teqîya xwe ji qamyonê avêt. Qamyona ku frena wê teqîya bi şikleke bi sûrat li daîreya avahîyekê qelibî û sekinî.

Di encama qezaya ku pêk hat de tiştek bi tu kesî nehat.

Bîlal Adliyê xwedîyê daîreya ku qamyon kete navê derbarê qezayê de diyar kir dema ku qeza pêk hat wî got qey teqîn pêk hatiye.

Adli di berdewama axavtina xwe de diyar kir di netîceya qezayê de bes mitbaxa malê zirar dîtiye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Seat dihat 09.15an, ez bi dengekê şiyar bûm, min qey got teqîn çêbû. Di serî min zen kir avahî teqîyaye. Ez rabûm ser piyan û min dît ku oda ku ez lê me sexlem e, lê mitbax xera bûbû. Di wê rewşê de min xwe avêt derve. Ez derketim derve û min pirsa şofêr kir. Şofêr xwe hema hema ji qamyonê avêtiye. Dû re li gor agahîyên ku me ji şofêr wergirtin ji ber ku fren negirtiye ev qeza pêk hatiye. Tu problema manewî tuneye. Ez baş im û ji bilî min tu kes li vê derê namîne. Ez bi tena serê xwe dijîm. Rewşa şofêr jî niha baş e, bes zirara me ya maddî heye."(ÎLKHA)

 

























Bu haberler de ilginizi çekebilir